Peyamakurd- Li navçeya Aseluye ya bi ser parêzgeha Bûşehrê ya li başûrê Îranê de, erdhejeke bi mezinahiya 5,2 pileyan rû da.
Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ragihand, erdhej îro danê sibê di saet 08:41ê de bi dema herêmî pêk hatiye. Navenda erdhejê diyar kir ku erdhej 18 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Derbarê windahiyên canî an jî zirarên madî de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin û li herêmê tîmên lêkolînê di amadebaşiyê de ne.