Moskow ket navberê: Banga Rûsyayê ji bo rawestandina şerê sînorî yê Afxanistan û Pakistanê

Moskow ket navberê: Banga Rûsyayê ji bo rawestandina şerê sînorî yê Afxanistan û Pakistanê

PeyamaKurd – Rûsyayê bi awayekî fermî daxwaz kir ku pevçûnên leşkerî yên li ser sînorê Afxanistan û Pakistanê tavilê werin rawestandin û her du alî vegerin ser maseya danûstandinan.

Berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov di daxuyaniyekê de diyar kir ku pevçûnên rasterast ên leşkerî di navbera van her du welatan de nîşaneke metirsîdar e û ew rewşê bi fikar ji nêz ve dişopînin.

Ev banga Moskowê di demekê de tê ku rageşiya li ser xeta sînorî gihîştiye asteke bilind û Rûsya wekî hêzeke ku hem bi rejîma Talîbanê re û hem jî bi Pakistanê re têkiliyên nêzîk diparêze, hewl dide rola navbeynkariyê bileyîze.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarovayê jî di daxuyaniyeke tund de bang li her du welatan kir ku dev ji vê nakokiya xeternak berdin.

Zaxarovayê destnîşan kir ku çareserî ne di rêyên leşkerî de, lê di rêbazên siyasî û dîplomatîk de ye. Di heman demê de, Kremlinê piştrast kir ku tevî vê krîzê, amadekariyên serdana Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ji bo Moskowê berdewam dikin.

Tê payîn ku ev serdan hefteya bê pêk were û mijara sînor bibe yek ji xalên herî giring ên hevdîtinê, ji ber ku Rûsya di sala 2026an de wekî tekane welatê ku rejîma Talîbanê bi fermî nas dike, xwedî bandoreke taybet e li ser her du aliyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin