PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi bi seredanekî fermî li Bexdayê ye û bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn re li ser hevdîtinên bernama nuklerî yên bi DYA re û li ser pirsgirêkên herêmê û dinyayê hevdîtinan kir.
Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku di hevdîtina her dû wezîran de bûne hemfikir ku li herêmê herkes xwe ji talûka şer biparêze û asta gengeşeyan daxîne.
Arakçi, li ser temamê pêşdeçûnên di civîna Cemevre de agahiyan daye Huseyîn û wezîr Huseyîn jî sipasiya Arakçi kiriye. Fûad Huseyîn gotiye ku rêya herî baş çareseriya di rêya diylogê de ye û ji Îranê xwestiye pirsgirêkên mane, di rêya diyalogê de çareser bikin.
Balkêşe îro her dû wezîrên Îran û Iraqê li Bexdayê civiyan lê nûnerê taybet yê DYAyê Tom Barrack jî li Bexdayê hevdîtinên xwe dewam dikir, bi taybetî bi namzedê serokwezîrtiya Iraqê Nûrî el- Malikî re ku Malikî refdarekî tund yê Îranê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin