Stoltenberg: Hedefa min ku Îsveç û Fînlandiya di temmûzê de bibin nedamên NATO

Stoltenberg: Hedefa min ku Îsveç û Fînlandiya di temmûzê de bibin nedamên NATO

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ji bo ajansa Reutersê ragihand ku Îsveç û Fînlandiya ji bo bibin endamên NATO yê, bi Tirkiyê re pêşdeçûnan qeyd kirine û hedefa wî ew e ku di meha temmûzê de, di zîrwê de bibin endamên NATO yê. Stoltenberg ragihand ku di hevdîtina bi Recep Tayip Erdoğan re lihev kirine ku di meha adarê de Tirkiye bi Îsveç û Fînlandiya re werin cem hev. Stoltenberg weha ragihand:

“Wê Tirkiye di civînê de ji bo protokola endatiya Îsveçê tesdîq bibe, astengiyên ku hene dê li ser wan rawestin.”

Stoltenberg di hefta borî de li Ankara bi Erdoğan re hevdîtin kiribû û di wê baweriyê de bû ku di hevdîtinê de pêşdeçûn hene.

Civîna zîrwê ya di meha 11-12 ê temmûzê de ya ku wê li Litvanya çêbibe, di zîrwê de hedefekî ew e ku Îsveç û Fînlandiya bibin endamên NATO yê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin