Welatên G7 soz dan ku dê ji Ûkrayna re 39 milyar dolar aîkariyê bikin

Welatên G7 soz dan ku dê ji Ûkrayna re 39 milyar dolar aîkariyê bikin

PeyamaKurd – Wezîrên darayî (maliye) yên welatên G7an Amerîka, Almanya, Îngîltere, Kanada, Fransa, Îtalya û Japonya biryarê dan ku li gor pêdiviya Ûkraynayê wê bi miqdarê 39 milyar dolarî destekê bidin budçe û aboriya Ûkraynayê ya sala 2023an. Wezîrên darayî û serokên bankayên navendî yên welatên G7an civîna xwe ya vê carê li Hindistanê li bajarê Bengaluruyê kirin û daxwuyaniya hevpar dan.

Di serê daxwuyaniya G7an de behsa erdheja li Tirkiyê û Sûriyê kirin û ragihandin ku desteka wan ji bo mirovên mexdûrên erdhejê dewam dike.

Hat ragihandin ku Rûsya salekiye di şerê li hemberê Ûkrayna de xida û enerjiyê weka çekekî li hemberê dinyayê bikartîne û ji bo tedbîran û hem hevkariyê li hemberê van kiryaran xwurt bikin, wê xebatên xwe dewam bikin.

Di daxwuyaniyê de bang li IMF ê kirin ku heya dawiya adarê bernameyekî bi bawerî, îdealîst, fînansekirî pêşkêşî yekîtiya G7an bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin