PeyamaKurd – Li bajaroka Çaparhar a wilayeta Nangarhar a Afganistanê di encama operasyoneke bi ser şaneya DAIŞiyan de, 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Parêzgariya Nangarharê ragihand, operasyonek bi ser şaneya DAIŞê de hatiye encamdan ku li devera lê bûn bombe çêdikirin û di encama operasyona hêzên ewlekariyê de 4 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, rêxistina Xorasan a girêdayî DAIŞê ji sala 2015an ve li Afganistanê dijî hêzên amerîkî, afganî û Talîbanê êrîşan pêk tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin