PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Awusturya yê li Urdin û Iraqê Oskar Wustinger kir.
Di hevdîtinê de, ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Awusturya de, tekezî li ser pêşxistina peywendiya dostane ya di navbera her du aliyan de û berfirehkirina peywendiyên di warê bazirganî û veberhênanê de hate kirin.
Balyozê Awusturya pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên Da'îş kir û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê bilind nirxand.
Her di vê civînê de tîşk hate xistin li ser gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinên meha cotmeha bê ya Iraqê û her du alî hêvî xwestin hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bibe sedemek ji bo baştirbûna rewşa giştiya Iraqê û pêkanîna xwesta welatiyan ya ji bo guhertinan.
Rewşa Şingalê û astengiyên li pêş asayîkirina rewşa Şingalê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin