PeyamaKurd – Di encama operasyoneke dijî şaneyên veşarî yên DAIŞê de, li Kerkûkê 9 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Fermandarê Hêza Operasyonên Kerkûkê yê Iraqî Saad Harbiye, ragihandiye ku di encama operasyonên wan ên bi ser taxa 1ê Hezîranê ya nava bajêr û çend navnîşanên din, 9 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.
Harbiye, da zanîn ku terorîstên hatine desteserkirin endamên şaneyên veşartî yê DAIŞê bûne ku xwe li nav bajêr birêxistin kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin