PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûrî (Rêveberiya Xweser a Rojava) ragihand, wan şaneyeke sîxur ku xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de bi cih kiribû, girt.
Li gorî daxuyaniyê, ew şaneya sîxur ji 5 kesan pêk dihat ku 2 ji wan jin bûn û piştî lêkolînên 3 mehan hatine girtin.
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê de hatiye gotin ku erkê wan 5 kesan şopandina liv û tevgera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komkirina agahiyên derbarê xebata saziyên ewlekariyê de bûye.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, vê şaneyê amadekariyên operasyonên kuştina fermandarên rêveberiyê, çalakiyên civakî, siyasî, tevliheviya neteweyî û olî dikir.
Hêzên Ewlekariya Rojava ragihand, “Ewlehiya jiyana civakê erkekî wan e û wê li dijî hemû kesên hewldana têkbirina destkeftiyên gel dikin, bisekinin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin