PeyamaKurd – Piştî ku daxwaza dûrxistina wî ji endamtiya AKPê hatibû kirin, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku wî ji endamîtiya AKPê îstîfa kiriye.
Ahmet Davutoglu ragihand, wan ji ber daxwaza dûrxistina wî ji AKPê, hest bi şermê kiriye. Davutoglu dibêje tohmetên ku bo wî têne kirin bêbingeh in.
Serokwezîrê berê Davutoglu ku niha amadekariya partiyeke nû dike herwiha diyar kir, ku AKP ji prensîpên xwe yên destpêkê, ku li ser wan prensîpan hatibû damezrandin, dûr ketiye.
Davutoglu amaje dike ku xelk ji bo pêşeroja Tirkiyê reşbînin in û dibêje pêwîst em sînorekî bo gendeliyê deynin.
Çend xalên din ên ereke yên axaftina Davutoglu wiha ne:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin