Ambargoya Tirkiyê ji rojeva rêveberiya Trump derneketiye

Ambargoya Tirkiyê ji rojeva rêveberiya Trump derneketiye

PeyamaKurd - Berpirsên Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihandin ku Rêveberîya Donald Trump hê jî plan dike da ku sizayan li ser Trikiyê ferz bike û dawiyê li beşdariya Tirkiyê bîne ya projeya F35an, dema sîstema berevanîya Rûsî S-400 bistîne, her çende Serokomarê Tirkiyê tekez kiribû ku tiştekî wiha pêk nayê.

Serokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dema di çarçova civînên Osaka ya G20 de li gel Trump civiyabû û ragihandbû ku ew bawer nake Amerîka ambargoyê li ser Tirkiyê deyne, jiber kirîna sîstema berevnaiya Rûsî S-400.

Di civîna Osaka de nêzîkbûna Trump bi Erdogan re xwiya dikir û behsa sizayên ser Tirkiyê nehat kirin, her çendî rojnamevan derbarê danîna sizayan li ser Tirkiyê pirsî bûn, lê Trump bêdengî parast û tiştek negot.

Lê berpirsên Amerîkî gotine Reutersê, rêveberîya serokatiya Amerîka heta niha herî kêm li ser sizayan difikire û ambargoyê li ser Tirkiyê deyne, dîsa wê ji projeya giring ya balafirên F-35 mehrûm bihêle, dema ku sîstema S-400 ya Rûsî bistîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin