Amerîka bi fermî ji WHO yê di 6 ê tîrmeha 2021an de vedikise

Amerîka bi fermî ji WHO yê di 6 ê tîrmeha 2021an de vedikise

PeyamaKurd- Ofîsa nûnertiya daîmî ya Amerîkayê ya di bin çavdêriya Neteweyên Hevgirtî ya li Cenewreyê bi awayekî nivîskî peyamekî belav kir. Nûnertî di peyama xwe de ragihand ku dê bi awayekî fermî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) di 6 ê tîrmeha sala 2021an de vekişe. Di peyama ofîsê de weha got:

“Di salên dawiyê de, WHO di Kovid-19 ê de û krîzên kureyî yên tenduristiyê de serkeftî nîne û nikare tedbîran bistîne. WHO ji Partiya Komunîst ya Çîne xwe serbixwe nîşan dide, destpêdike û qebûl nekir ku reformên lezgîn cîbicîh bike. Weka serokê Amerîkayê Trump jî got di şûna WHO yê de li hevkarên ‘baweriyê’ û ‘zelal’ bigerin. ”

Hem çavkaniyên Amerîkayê radigihînin ku di şûna WHO yê de dê Amerîka kîjan rêxistin an dezge bixebite, îro radigihîne. Di peyamê de perê ku dê îsal Amerîkayê bida WHO yê, dê nede.

Deynê Amerîkayê bo WHO yê di sala 2019 an de 18 mîlyon dolar û di 2020 an de 62 mîlyon dolar deynê wê heye.

Berdevkê sekreterê giştî yê NH Stephane Dujarric, di 8 ê tîrmehê de ragihandibû ku bo Amerîka ji WHO yê veqete, divê salekî berê wan agahdar bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin