PeyamaKurd - Berpirsê Ewelekariya Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Dan Coats ragihand ku komên muxalîf ên girêdayî Tirkiyê nikarin li ber hêzên Şamê li Idlibê ber xwe bidin.
Dan Coats li Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya Amerîkayê da xuyakirin, “Ew komên çekdar ên opozîsyonê ku bi piştgiriya Tirkiyê li ser piyan e, nikarin di operasyona hikûmeta Sûriyê ya kontrolkirina Idlibê de, li ber xwe bidin.”
Rayedarê Amerîkî herwiha diyar kir ku di destê hêzên opozîsyonê de ji bo li herêmên hikûmeta Sûriyê aloziyê derxe, ji bo serhildanê têra xwe çavkanî hene.
Hêjayî gotinê ye, gelek komên çekdar li Sûriyê çalak in û di nav van de yên herî mezin ên bi piştgiriya Tirkiyê di bin Eniya Netewî ya Rizgarîxwaz de kom bûne ku koma herî mezin jî El Nusraya navê xwe kiriye HTŞ ye û girêdayî El Qaydê tê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin