PeyamaKurd- Wezareta karê derve ya Amerîkayê got nabe ku endamekî NATOyê S-400an bikire. Berdevka wezareta karê derve Heather Nauert bo kirîna S-400an ji Rûsyayê, nerazîbûna xwe aşkera kir û got mirov sîlihên bi sîstema NATOyê re li hev û ji hevakarê xwe yê di bin sîwana NATOyê de dikire.
Neather ragihand ku S-400 bi sîstema NATO yê re li hev nake. Neather weha dewam kir: “ Helbet pêwendiyên me bi Tirkiyê re di warê parastin û aboriyê de saxlem in. Di van babetan de em ê dewam bikin û endîşeyên xwe ji wan re bêjin. Lê mijar ne ew e ku çawa Amerîka li hemberê dijminên xwe dorpêçan dike. Tevgerên me bi Tirkiyê re ne di wê çarçoweyê de ne. Me ti dorpêçê dananiye ser Tirkiyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin