Amerîka dorpêçê danî ser 3 şîrketên gihandinê yên navenda wan Tirkiye ne

Amerîka dorpêçê danî ser 3 şîrketên gihandinê yên navenda wan Tirkiye ne

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê di çarçova givaşa li ser sektora hewageriya Îranê de, dorpêçê danî ser 3 şîrketên ku navenda wan Tirkiyene. Wezaretê ragihand ku şîrketekî navbeynkariyê kiriye ku 3 balafirên rêwiyan yên Boeing 777 bigihê şîrketa Mahan Air a Îranê, her dû 2 şîrketên din jî ji bo Îranê perçên dronan û ekîpmanên endusrtriyel di firotina wan de sewqiyatan koordîne kirine.

Di mijarên di çarçoveya li jorê de şîrketên ku navenda wan Tirkiyeyene yên bi navên Sky Phoenix, S Sistem û MES Kargoyê xist nav dorpêçê.

Amerîka dibêje şîrketa Sky Phoenix 3 balafirên Boeing 777 ji bo bidin Mahan Air a Îranê navbeynkariyê kiriye, S Sistem û MES Kargo perçên dronana şandiye Îranê.

Malên heyî yên şîrketên navborî yên li Amerîkayê dê bên bloke kirin û şîrketên ku li ser navên şîrketên navborî re fînansê bikin, dê bi talûka givaşan re rû bi rû bimînin.