PeyamaKurd – Li ser rawestandina şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir, Azerbaycan û Ermenistan li ser agirbesteke însanî li hev kirine.
Bi daxuyaniyek nivîskî hat ragihandin, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Stephen Biegundi 24ê Cotmehê de bi Wezîrên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê re axifîye û her du wezîran jî diyar kiriye ku ew ê li gor agirbesta ku wan di 10ê Cotmehê de li Moskowê li ser li hev kiribû tevbigerin.
Agirbest, wê di 26ê Cotmehê de bi saeta herêmî di 08:00an de destpê bike.
Li gor daxuyaniyê, Amerîka bo çareseriya kêşeya Nagorno – Qarabaxê ya di navbera Azerbaycan û Ermensîtanê de, bi endamên Koma Mînsk re jî danûstandin çêkirine û bo her du dewletan navbeynkarî kiriye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Înê li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re ji hev cihê kom bûbû û dabû zanîn ku ew ê bo rawestandina pevçûnên di navbera her du aliyan de hewildanên xwe yên dîplomatîk bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin