Amerîka ji ber ‘metirsiyên ewlehiyê’ dîplomatên xwe ji Edeneyê tehliye dike

Amerîka ji ber ‘metirsiyên ewlehiyê’ dîplomatên xwe ji Edeneyê tehliye dike

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji ber metirsiyên ewlehiyê, xizmetên Konsulxaneya Edeneyê bi awayekî demkî hatine rawestandin û fermana tehliyeyê ji bo hinek personelan hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê ku îro (9ê Adara 2026an) hate belavkirin, ji karmendên hikûmeta Amerîkayê yên ne-esasî û endamên malbatên wan ên li Konsulxaneya Edeneyê xebatkar re hatiye fermankirin ku herêmê biterikînin. Wezaretê destnîşan kir ku ev gav ji ber "metirsiyên ewlehiyê" yên li Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê hatiye girtin.

Ji ber rewşa awarte, Konsulxaneya Amerîkayê ya li Edeneyê hemû xizmetên xwe bi awayekî demkî sekinandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Washington rewşa ewlehiyê ya li herêmê bi baldarî dişopîne û heke pêwîstî hebe, dibe ku tedbîrên ewlehiyê yên zêdetir werin girtin.

Ev biryara Amerîkayê di demekê de ye ku rageşiya li herêmê zêde bûye û fikarên li ser ewlehiya nûnerên biyanî li Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê kûr bûne.