PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Mauert di derbarê muzakereyên bi Rejîma Sûriyê re, axivî û got ku ji bo muzakereyan, şertên me hene. Heke Sûriye wan bîne cih, em dikarin bi wan re biaxivin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, ji çapemeniya Amerîkayê re axivî û got ku “heke Rejîma Sûriyê hijmar û yekûna çekên xwe yên kîmyewî ji me re eşkere bike, em ê jî bi Sûriyê re dest bi muzakereyan bikin û li Cenêvê bi wan re danûstandinê bikin.
Şevê dî nîvê şevê; Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên li Xutayê, bi nêzîkî 100 moşekan êrîşî baregehên Sûriyê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin