Amerîka ji bo Tirkiyê teslîmata F-35an dide sekinandin!

Amerîka ji bo Tirkiyê teslîmata F-35an dide sekinandin!

PeyamaKurd- Her du şaxên Kongreya Amerîkayê yên bi navê Senato û Meclîsa Nûneran li ser mijara F-35an li hev kirin. Li gorî levhatinê Amerîka balafirên F-35an nade Tirkiyê.

Li gorî çapemeniya Amerîkayê, Senato û Meclîsa Nûneran li ser mesrefên parastinê yên sala 2019an yên bihayê 716 mîlyar dolarî li hev kirin. Di vê levhatinê de ev biryar jî hate standin ku balafirên şêrr yên nifşên nû yên F-35an niha nedine Tirkiyê.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis berî niha gotibû ku her çi qasî rêvebiriya Tirkiyê ber bi otorîteriyê diçe û mafên mirovan têne îhlalkirin jî, divê frotina F-35an neyê sekinandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin