Amerîka: “Ku Tirkiye Brunson serbest berde jî..!”

Amerîka: “Ku Tirkiye Brunson serbest berde jî..!”

PeyamaKurd- Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got ku heke Tirkiye Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berde jî, Amerîka baca ku daniye ser hilberên Tirkiyê ranake.

Sarah Sanders di civîna çapemeniyê de axivî û got ku ev mijar ji bo welatê me mijareke ehlehiya navnetewî ye. Ji ber vê yekê heke Tirkiye Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berde jî, Amerîka baca ku daniye ser hilberên Tirkiyê ranake.

Sanders wiha berdewam kir: “Tirkiye Brunson serbest berde, divê em dorpêça li ser wezîrên Tirkiyê rakin.”

Ji ber ku Tirkiyê Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berneda, Amerîkayê dorpêç danîbû ser Tirkiyê û baca pola û hesinê ku ji Tirkiyê tê, du qat bilind kiribû. Di heman demê de dorpêç danîbû ser du wezîrên Tirkiyê jî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin