Amerîka nerazîbûna Tirkiyê avêt pist guhê xwe

Amerîka nerazîbûna Tirkiyê avêt pist guhê xwe

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Lavrov got ku Amerîka xwe bê vîzyon nêzî  Tirkiyê kiriye û weha dewam kir: “ Amerîka di serî de Kurda ji xwe re kir piştek û nerazîbûna Tirkiyê avêt pişt guhê xwe.”

Lavrov li Almanya, li Munîhê tevli konferansa asayîşa dinyayê ya 54 emîn bû û bo televizyona Euronewsê agahiyan da. Lavrov got ku ji serî de Amerîka piştgiriya Kurda kir û nerazîbûnên Tirkiyê neda ber çav. Belkî herkes dikare bi awayeka dinê şiroveyan bike lê ve rastiya mijarê naguhêre û ev ne sir e.

Tevî nerazîbûna Tirkiyê Amerîka alîkariyê da PKKê. Lavrov kiryarên Amerîkayê rexne kir û got:

“Amerîka bi nêrîneka teng li meselê dinêre, belkî jî niyeta wan xerab be. Gotin ku wê ji 30 hezar kesî hêzên ewlekariyê yên sînor avabikin. Paşî kiryarên xwe înkar kirin lê kiryarên wan dewam kirin. Paşî Tirkiye dest bi operasyona Efrînê kir. Ya rast ev bo min surprîz nebû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin