PeyamaKurd - Civata Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî îdîa kir ku Amerîka newêre êrişî welatê wî bike.
Elî Şemxanî li ser ragihandina stratejiya nû ya Amerîkayê ya derbarê Îranê de got: Ew stratejî ne tiştekî nû ye û ew yek ji karvedanên şikestina pîlanên Amerîka yên li dijî Îranê ye.
Herwiha Şemxanî behsa karînên welatê xwe kir û got: Siyaseta Îranê siyaseta rûbirûbûn û bergiriyê ye û Amerîka newêrê êrişî me bike.
Hefteya derbasbûyî Amerîkayê poltîkaya xwe ya nû beramberî Îranê ragihand û çendîn mercên nû ji bo rêketineke nû li gel Îranê diyar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin