Amerîka zêdetir hêz disîne Rojavayê Kurdistanê

Amerîka zêdetir hêz disîne Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Piştî çend caran biryar hat dayîn, ku hêzên Amerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê werin vekişandin, lê ew biryar nedihate pêkanîn.

Careke din, di çend mehên dawî de, Amerîka hêz, çek û binkeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Ferat zêde dike, ku hejmara wan jî gihiştibû 11 binkeyan.

Piştî binkeya Hîmo li rojavayê Qamişlo û piştî girjiya ku di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de derket, hêzên Amerîkî binkeya xwe li ser Rêya Navdewletî ya M4, li gundê Til Beyder ê ser bi bajarê Til Temir, bi 35 kîlometreyan li bakurê rojavayê Hesekê, berfirehtir dikin. Herwiha li navçeya durêya Hittîn, ku dikeve navbera herdu bajarên Amûdê û Hesekê.

Li ser rêya Til Birak jî ku dikeve navbera Hesekê û Qamişlo, hêzên Amerîkî bicih bûne û hêzên bêhtir hawirde dikin wan navçeyan. Bi awayekî ku di dema kêmtir ji mehekê 4 karwanên barhilgirên Amerîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Ji sala 2014an ve, hêzên Amerîkî li gelek binkeyên navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatibûne bicihkirin, lê ji dema salekê ve, wan hêzan hejmarek ji binkeyên xwe bicih hiştin û vala kirin, di demekê de ku bêhtir li navçeyên zevî û bîrên petrolê bicih bûne, ew jî bi armanca parastina wan bîr û zeviyan da nekevin destê grûpên çekdar ên weke DAIŞê, li gorî ragihandina Washintonê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin