PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Taywanê ve hat ragihandin ku wan ligel Amerîkayê, li ser venêrîna moşekên Patriot peyman destnîşan kiriye.
Ji aliyê wezaretê ve hat diyarkirin ku ji bo venêrîn û temîrkirina moşekên Patriot PAC-3, wan li gel rayedarên Amerîkayê peymana bi 2,52 milyar û 84,15 milyon dolarî destnîşan kiriye.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê wezaretê ve hatin parvekirin, peyman dê di navbera 20ê Tîrmeha 2022yan û 31ê Berfanbara 2026an de derbasdar be.
Peyman, piştî aloziyan hat destnîşankirin
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku ev peyman, piştî aloziyên navbera Çîn û Taywanê hatiye destnîşankirin.
Her wiha ji aliyê pisporên Taywanê ve hat ragihandin ku dê cerebeyên li ser moşekên Patriotan bên kirin, ewlehiya wan nekin bin xetereyê û dê bi vî awayî, qada hewayî ya Taywanê were parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin