PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Araqçî, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku sala borî ji bo Îranê saleke dijwar lê bi rûmet bû û got ku ew rûbirûyî daxwazên "teslîmiyeta bêşert" bûne û îdia kir ku di encamê de dijmin neçar mane ku agirbestê bixwazin.
Araqçî got ku wan daxwaza agirbestê nekiriye û derbarê ewlehiya Tengava Hurmuzê de diyar kir, ev der ji bo herikîna asayî ya bazirganiyê vekirî ye, lê ji bo kesên êrîşî Îranê dikin û hevkarên wan girtî ye.
Araqçî destnîşan kir ku welatên ku heta duh gef li wan dixwarin, îro ji bo ewlehiya tengavê serî li aliyên din didin û got, "Tengava Hurmuzê vekirî ye, lê belê ji bo dijminên me, ango ji bo kesên êrîşî welatê me dikin û muttefîkên wan re girtî ye."
‘Em naxwazin şer dubare bibe’
Araqçî got ku wan tu peyam ji bo Amerîkayê neşandine û daxwaza agirbestê nekirine. Wezîrê Îranî diyar kir ku sedema vê ne daxwaza şer e, lê ew dixwazin ev pêvajo bi awayekî bi dawî bibe ku dijmin careke din nekaribin bifikirin êrîşî Îranê bikin.