PeyamaKurd - Artêşa Iraqê hişyariyê dide hemwelatiyan, ku kesên têkder nekevin nav xwepêşandanan.
Îro Şemiyê (26.10.2019) fermandariya operasyonên hevbeş a artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê de ragihand, hin kesên têkder xwepêşandan ber bi aliyeke din ve birine û bûne sedem ku hemwelatî bên kuştin û ziyan bigehe mal û milkê dewletê û hemwelatiyan.
‘Li Bexda û bajarên din ên başûrê welat, li dijî gendelî û kêmbûna xizmetê xwepêşandan têne pêkanîn’
Duh bi sedan hezar hemwelatiyên Iraqê li Bexda û bajarên din ên başûrê welat, li dijî gendelî û kêmbûna xizmetê xwepêşandan pêkanîn. Li gor amarên dawiyê, ji ber tundiya artêşê û hêzên ewlehiyê ya dijî xwepêşanderan, 42 kesên xwepêşander li bajarên Bexda, Kerbela, Babîl, Mîsan, Zîqar, Besra, Wast û Dîwaniyê hatine kuştin û 2300 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Iraqê jî li ser vê yekê hişyarî da û ragehand, hêzên ewlehiyê û leşker dê bi ‘’Tundî û li gor yasaya dijî terorê danûstandinê li gel wan têkderan bike û li qadê bi awayekî lezgîn dê li dijî wan têbikoşe.’’
Beyanameya fermandariya operasyonên hevbeş de daxwaz ji xwepêşanderan tê kirin, wan têkderan radestî hêzên ewlehiyê bikin û rê nedin ziyan bigehe mal û milkê dewlet û hemwelatiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin