PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê diyar kir, leşkerên wê neketine Gazzeyê.
AFPê di nûçeyan lezgîn de ji çavkaniyên artêşa Îsraîlê destnîşan kir, leşkerên wê derbasî Gazze nebûne.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Jonathan Conricrus berî daxuyaniya dawî bê ku eşkere bike ku hejmara leşkerên wê çend in, diyar kiribû ku ew derbasî Gazze bûne.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê jî ji çavkaniyên hêzên leşkerî yên Îsraîlê dabû zanîn, ew leşker derbasî Gazze nebûne û gotibû, ew li sînor, ji alîyê Îsraîlê ve çekên xwe dixebitînin.
Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, dê bo rewşa li herêmê roja Yekşemê civînekê li dar bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin