Artêsa Yemenê 13 çekdarên Husiyan kustin!

Artêsa Yemenê 13 çekdarên Husiyan kustin!

PeyamaKurd- Artêşa Yemenê û hêzên koalîsyonê li El-Beydayê bi Husiyan re şer kirin. Di encama şêrr de 13 çekdarên Husiyan hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Di derbarê bûyerê de Serbaz Abdulvehhab Buhaybah daxuyaniyek da û got ku li navçeya Melacîmê li herêma El-Beydayê di navbera çekdarên Husiyan û Artêşa Yemenê de duh êvarê şerekî dijwar deket.

Buhaybah wiha berdewam kir: “Di encamê de 13 çekdarên Husiyan hatin kuştin û 18 jî hatin birîndarkirin. Ji xeynî vê jî moşekên Husiyan yên bi navê “zilzalê” jî ketin destên me de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin