Artêsê êrîsî dawetê kir: Herî kêm 35 kustî û 14 birîndar

Artêsê êrîsî dawetê kir: Herî kêm 35 kustî û 14 birîndar

PeyamaKurd – Balafirên Artêşa Afganistanê di êrîşeke esmanî ya dijî Talibanê de, şahiya dewetekê kir armanc ku bi kêmî 35 sivîl hatin kuştin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Helmandê Ataullah Afgan, li ser êrîşê ji Ruetersê re ragihandiye ku di operasyona dijî Talibanê de herî kêm 35 sivîlan can daye û 13 kes jî birîndar bûne ku hemû kesên hatine kuştin jî diçûn dawetê.

Endamekî din ê encûmena parêzgehê Abdul Macid Akhundzadah jî daye xuyakirin ku di êrîşê de 40 kesan can daye û hemû jî sivîl bûne.

Li gorî zanyariyan dema artêşa Afgan xwestiye li hedefa Talibanê bixe, li cihekî nêzîkê wir xistiye û kesên beşdarî dawetê dibûn hatine kuştin.

Li aliyê din Wezareta Bergiriyê ya Afganistanê jî derbarê êrîşê de ragihand ku di operasyona herêma Musa Kala ya Parêzgeha Helmandê de, 22 endamên Talibanê hatine kuştin û 14 jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin