Amerîka bang li Konseya NH kir da bicivin

Amerîka bang li Konseya NH kir da bicivin

PeyamaKurd- Dewleta Amerîkayê bo mijara Îranê ku drona Amerîkayê xist, bi awayeka lezgîn konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî, bo civînê dawet kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku do bi şev dê êrîşê ser 3 ciyên Îranê bikira lê bi sedema ku êrîşan de,dê 150 kes bimrana, 10 deqe berya êrîşê dev ji biryara xwe berdaye. Amerîka niha mijara Îranê dibe Neteweyên Hevgirtî.

Şêwirmendê Hesen Rûhanî Husameddîn Aşîna ku hem serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk yê serokkomariya Îranê ye ragihand ku eger Amerîka şer naxawaze divê dorpêçên ser Îranê sivik bike. Aşîna got ku Amerîka dorpêçan dewam bike dê bibin sedema şer.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin