Mesrûr Barzanî: Li hemû bajaran ji bo Covid-19ê nexwesxaneyên taybet hatine amadekirin

Mesrûr Barzanî: Li hemû bajaran ji bo Covid-19ê nexwesxaneyên taybet hatine amadekirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, li hemû bajarên Herêma Kurdistanê navend û nexweşxaneyên taybet bi virusa koronaya nû (Covid-19) hatine vekirin û terxankirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana navenda dermankirina nexweşiya Koronayê li Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî paşê jî daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, em hatin piştrast bibin ku amadekarî û tevdîrên pêwîst li hember nexweşiya koronayê hene yan na. Ez spasiya wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî û berpirsê nexweşxanê, bijîşj û fermanberên wê dikim ku ev nexweşxane bo rewşeka awarte amade kirine. Li hemû bajarên din yên Kurdistanê nexweşxaneyên wiha hatine amadekirin.

‘Ji bo rêlibergirtina nexweşiyê me çendîn civîn li dar xistine’

Mesrûr Barzanî her wiha got, meji bo rêlibergirtina nexweşiya koronayê çendîn civîn li dar xistine. Divê her kes guh bide şîretên bijîşkan. Nexweşiya han nexweşiyeka werzî ye û em hêvîdar in dermanê wê zû were dîtin. Hêviya me ji xelkê jî ew e ku xwe û mirovên xwe û welatiyan biparêzin. Em daxwaz ji hemû welatiyan dikin guh bidin şîretên wezareta tenduristiyê.

‘Nexweşiya Covid-19ê derbasî Herêma Kurdistanê nebûye’

Serokê hikûmetê da zanîn ku heta niha nexweşiya koronayê derbasî Herêma Kurdistanê nebûye û got, bi qasî ku ji min re hatiye gotin heta niha li Kurdistanê ew nexweşî nehatiye dîtin. Li derdora me nexweşî belav bûye. Li welatên cîran û li başûrê Iraqê jî heye. Divê mirov ji her tiştî re amade be. Tişta ku cihê kêfxweşiyê ye ew e ku amadekariyên li Herêma Kurdistanê li pêş welatên deverê ne.

Mesrûr Barzanî bang li bazirgan û dikandaran jî kir ku xwe li hember rewşê berpirsiyar bibînin û tiştên ku pêwîst e, dabîn bikin û nirxa derman û pêdiviyên tenduristiyê giran nekin. Ez hêvîdar im hemû xelkê Kurdistanê silamet bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin