Îranê Kurdekî siyasî yê dî jî idam kir!

Îranê Kurdekî siyasî yê dî jî idam kir!

PeyamaKurd- Îro Dadweriya Îranê li girtîgeha Miyanduawê ya li bajarê Urmiyê, girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Ehmedînijad piştî çar salan hate idamkirin.

Di derbarê bûyerê de malpera Komeleya Mafên Mirovan (Hengaw) ragihand ku îro Dadweriya Îranê li girtîgeha Miyanduawê ya li bajarê Urmiyê girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Ehmedînijad bi sûcdarkirina endamtiya Hizba Demokrat a Kurdistanê hate idamkirin.

Hat ragihandin ku malbata Kemal Ehmedînijad ji idamkirinê nehatiye agahdarkirin.

Kemal Ehmedînijad di sala 2014an de bi sûcdarkirina kuştina pasdarekî Îranê bi 5 kesên dî re hatibû girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin