PeyamaKurd- Serokkomarê Afxanistanê Eşref Ganî ji serokê Amerîkayê ji Trump re name şand. Name di derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afxanstanê de ye. Ganî di nameya xwe de got:
“Bila hêzên Amerîkayê ji Afxansitane bi temamî venekişin.”
Sîte ya bi navê Telenews ê ragihand ku name di rojnameya Amerîkayê ya bi navê New York Times de hatiye belavkirin û weha gotiye:
'' Divê yekîneyên Amerîkayê bi temamî ji Afxansitanê venekişin lê bo kêmkirina mesrefan dibe ku jimara leşkeran bê kêmkirin.”
Serokkomar Ganî di nameya xwe de gotiye ku piştî 20 salan eger Amerîka ji Afxanistanê ji seha şer vekişe, wê bibe çavkaniya endîşeyê û gelek zahmete ku halê welat bê kontrolkirin. Eger Amerîka ji Afxanistanê vekişe, wê desthilatiya Afxanistanê bikeve bin tehdîdê, Talîban wê meydana desthilatiya xwe fireh bike û bo desthilatiyê bixe destê xwe, derfeta şer bo wan çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin