PeyamaKurd - Polîsê leşkerî yê Rûsyayê û hêzeke artêşa Tirkiyê li gundên rojavayê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê, dewriyeyeke hevbeş birêve birin.
Li gorî zanyariyên xwecihî dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk îro Duşemê danê sibehê li demjimêr 08:00 dest pê kiriye û li gundên sînorî yên rojavayê Kobanê geriyane.
Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê, piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya Soçiyê 22yê Mijdara 2019an dest pê kiribûn ku ji wê demê ve bi hinceta çavdêrî û dûrxistina YPGê ji sînoran berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin