WSJ: Wê Amerîka ji Munbicê venekise

WSJ: Wê Amerîka ji Munbicê venekise

PeyamaKurd- Wall Street Journal gotineka nû xiste ser çapemeniyê û got piştî biryara vekişandina ji Sûriyê, wê Amerîka 400 leşkerên xwe li Sûriyê bihêle, Brîtanya û Fransayê zorê da ser Trump û ew jî ji biryara xwe bi paşde gav avêtiye. WSJ çavkaniya nûçeya xwe bir ser binkeya rêvebirekî Pentagonê ku nexwestiye navê wî aşkera bibe. Di nûçeyê de di nava deverên ku dê Amerîka lê bimîne Munbic jî heye.

Wall street Journal got ku her dû dewlet Brîtanya û Fransa gotine ku Amerîka vekişe wê ew jî ji Sûriyê vekişin. Rêvebiriya Trump jî li ser vê daxwazê biryarê daye ku dê Amerîka 400 leşkerên xwe ji Sûriyê venekişîne. Di nûçeyê de weha tê gotin:

“Rêvebirên Amerîka bawer dikin ku yekîneyeka Amerîka ya biçûk bi xwe jî têr dike ku leşkerên Fransa û Brîtanya li Sûriyê bimînin” lê kesê ku bo rojnama WSJ ê axifiye weha gotiye:

“Şertê ewilî hêzên Amerîka yên bejayiyê ne, ne jimara leşkeran. Em ê mîsyona xwe ya li Sûriyê li gor heyiyên di destê xwe de birêbixin.”

Niha berpirsên Amerîkî dixebitin bê wê kîjan yekîneyên xwe li sehayê bihêlin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin