PKKê hisyarî da Rûsya û Sûriyeyê!

PKKê hisyarî da Rûsya û Sûriyeyê!

PeyamaKurd -  Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu diyar kir, ku metirsa wê yekê heye ku Rûsya û Tirkiyê ji ber xatirê operasyona Idlibê, li dijî YPGê li hev bikin!

Ev demek e tê gotin ku artêşa Sûriyê dixwaze operasyonekê li ser parêzgeha Idlibê bike û wê herêmê ji destê hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên alîgirê wî welatî derxîne. Rûsya bi eşkere piştevaniya wê operasyonê dike.

Li ser operasyona Idlibê, Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ji rojnameyeke nêzikî PKKê re gotiye, Tirkiye niha li Idlibê tengav bûye. Hikûmeta Tirkiyê pêşniyara rêkeftinê li Rûsyayê kiriye û gotiye ew dikarin li dijî operasyona Idlibê dernekevin lê beramberî vê yekê divê herêmên Tel Rifat û Şehba ji Tirkiyê re bên hiştin!

Mustefa Karasu her wiha gotiye, ew herêmên ku Tirkiye dixwaze, heman ew herêmên ku koçberên Efrînî lê bicîh bûne û di destê YPGê de ne. Heke ew tişta ku Rûsyayê li Efrînê kir li wan herêman jî bike wê çaxê dê rastî tiştên ku hêvî nakin, bên! Eger ew bixwazin bi vî rengî bi Kurdan re reftar bikin, ew ê zerer bikin!

Herwiha Karasu, bang li Rûsya û Sûriyê dike ku rast nêzîkî Kurdan bibin û tekez dike, heke Rûsya û Sûriye dixwazin li Îdlibê bi Kurdan re kar bikin, divê bi rengekî rast nêzî Kurdan bibin. Rêya herî rast a rizgariya ji çeteyên li Îdlibê û pêkanîna aşitî û aramiya li Sûriyê, lihevkirina demokratîk bi Kurdan û Bakûrê Sûriyê re ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin