PeyamaKurd - Hat ragihand ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî di nav de, 10 parlamentarên HDPê li Parlamentoya Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Li gor daxuyaniya HDPê, dê parlamentar ji bo piştgiriyê bidin Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku 26 roj in ketiye greva birçîbûnê, li parlamentoyê dest bi grevê dikin.
Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda ser Abdullah Ocalan 26 roj berê li girtîgeha Diyarbekirê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin