PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ji bo berjewendiyên rejima Esed heke kuştina bi deh hezaran mirovên bêsûc û guneh neyê dîtin, Tirkiye wê nebin şirîkê lîstikeke wiha jî û wê nebe temaşekar jî.
Erdogan ji bo Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Îngilizî, Rûsî û Erebî daxuyanî da.
Erdogan diyar kir, ku Tirkiye ji destpêkê û heta vir ji bo sekinandina xwîna li Sûriyeyê dirije têkoşînê dide, bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navberê li hemû birayên xwe yên Sûriyeyî xwedî derket, weke duh îro jî naxwaze ku bêvila yek Sûriyeyî jî xwîn bibe.
Erdogan wiha got: "Ji bo berjewendiyên rejimê heke kuştina bi deh hezaran merivên bê sûc û guneh neyê dîtin, em ê nebin şirîkê lîstikeke wiha jî û nebin temaşekar jî. Divê meseleya Îdlibê bêyî ku bibe sedema êş û kulên nû, rageşiyên nû û li gor ruhê Astanayê were çareserkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin