HPG: Du gerîlayên me di bombardimanê de can dan

HPG: Du gerîlayên me di bombardimanê de can dan

PeyamaKurd - Fermandehiya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye ragihand ku di bombardimana balafirên şer ên Tirkiyê de 2 gerîlayên wan can dane.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPGê, di bombarankirina baregehên PKKê de li çiyayê Gare li Başûrê Kurdistanê, 2 gerîlayên wan ên bi navên Metîn Akgul bi nasnavê Kendal û Mihemed Yildiz bi nasnavê Serdem canê xwe ji dest dane. 

HPGê ragihand ku Metîn Akgul ji parêzgeha Wanê û jidayikbûyê sala 1990an û Mihemed Yildiz jî ji Sêrtê û jidayikbûyê sala 1996an bûye. 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku 4 PKKî li navçeya Gareyê di bombarana balafiran de hatine kuştin. 

Îro jî balafirên şer ên Tirkiyê, li sînorê parêzgeha Duhokê, gundê Babîrê yê ser bi bajarokê Mangêşkê bombebaran kirin ku li gorî çavkaniyên herêmê, balafirên Tirkiyê otomobîleke PKKê li vî gundî kirine armanc. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin