PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî bo bûyerên Basrayê hiştayî da rûniştvanên civîna ku li ser daxwaza Muqteda El Sadr civiyabûn û got ku dibe bûyerên li Basrayê bibin sedema şerê çekdarî.
Di civînê de kesê herî bi temen Muhammed Elî Zeynî civînê birêve bir û di civînê de serokwezîr Heyder Îbadî, wezîrê karên hundir, wezîrê berevaniyê, wezîrê tenduristiyê û wezîrê çavkaniyên avê amade bûn.
Îbadî ragihand ku xelkê Basrayê di daxwazên xwe de mafdarin lê hinek ji wan siyasîne. Di dewama axaftina xwe de Îbadî got ku divê em mijaran ji hev veqetînin û bikin du beş ku yek ji wan siyasiye ku dikeve seha asayîşê û ya dinê xizmete.
Bi sedema xwepêşandanên Basrayê fermandarê operasyonên Basrayê û hinek ji rêvebirên asayîşa Basrayê ji wezîfê hatin girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin