PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Urdinê Omer Rezaz roja 28ê Kanûnê bi serdaneke fermî gihîştiye Iraqê, lê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmedî hevtayê xwe yê Urdinê pêşwazî nekiriye.
Medya Iraqê radigihîne ku serokwezîrê Urdinê Omer Rezaz êvara 28ê Kanûnê tevî şanda welatê xwe ve gihîştiye paytexta Iraqê Bexdayê û tenê ji aliyê wezîrê pîşesaziya Iraqê Salih Ebdula Ciburî ve li balefirgeha Bexdayê hatiye pêşwazî kirin.
Li gor protokolê divîyabû Serokwezîrê Iraqê pêşwazî li Serokwezîrê Urdinê bike, lê sedema ku Adil Ebdulmedî pêşwazî li serokwezîrê Urdinê nekiriye bû mijara nîqaşan li Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin