PeyamaKurd – Çekdarên koma Lîwa Siqor Elşemal a ser bi Tirkiyê ve, goristana gundê Şêxorze li nahiya Bilbilê ya Efrînê têk dan.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, li gorî xelkê navçeyê, çekdarên koma Lîwa Siqor Elşemal a ser bi Tirkiyê ve, goristana gundê Şêxorze li nahiya Bilbilê ay Efrînê têk dane, gor vekirine û herwiha kevirê hejmareke goran jî dizîne.
Li gorî heman daxuyaniyê, komên çekdar kevirên wan goristanan difroşin an jî xaniyan pê ava dikin.
Rêxistina mafê Mirovan ya Efrînê herwiha destnîşan kir, çekdaran goristanên gundên Heftar û Ibodan jî ku her li Bilbilê vekirin û têk dane û ev jî berdewamî binpêkirinên wê ne ku berê jî gotristanên bajarokê Cindirêsê û yên gundê Hesê Dêra li Bilbilê vekiribû û talan kiribû .
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrîşeke berfireh a bejayî û asmanî li ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû. Piştî wê êrişa berfireh a bi her cûre çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin