Demek berê li bajarê Cerablûs ê Sûriyê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyonê de ye, teqîneke bihêz rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê wesayîteke bombelêkirî li ber avahiya navenda polîsan a li navenda Cerablûsê hatiye teqandin.
Tê ragihandin ku di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar hene, lê hîn agahiyên piştrastkirî ji herêmê nehatine.
Li gor medya tirk, êrîşa Cerablûsê ji aliyên hêzên kurdî ve hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin