Balyozê Amerîka bangî terefên siyasî kir da xwe ji siddetê dûr bihêlin

Balyozê Amerîka bangî terefên siyasî kir da xwe ji siddetê dûr bihêlin

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê di ser balyozxana xwe ya Bexdayê de bangî terefên siyasî kir ku xwe ji şiddetê dûr bihêlin û pirsgirêkên xwe yên siyasî di rêya aştiyê de çareser bikin. Piştî çalakiyên Tevgera Sadr ya li parlementoya Iraqê, ragihandina balyozxana Amerîka ya Bexdayê di ser hesabê xwe yê Facebookê de bi nivîskî hat kirin.

Balyozxane di ragihandina xwe de got ku bûyerên li Bexdayê dibin ji nêz de dişopînin û ji bûyerên şiddetê endîşe dikin. Di beyanê de hat gotin ku xwepêşandanên aştiyane û îfadekirina azadiyê di destûra Iraqê de hatiye garantîkirin û ji bo terefên siyasî bi sebir, ji şiddfetê dûr û pirsgirêkên siyasî di rêya diyalogê de çareser bikin.

Her weha balyozê Îngîltere yê Bexdayê Mark Bryson ji bo ajansa fermî ya Iraqê INA yê ragihand ku ew endîşe dike ku gengeşe zêdetir bibin û xwest hemû teref bi sebr û xwegirbin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin