Berdevka Koska Spî: Amerîka naxwaze li dijî Rûsyayê têkeve nava ser

Berdevka Koska Spî: Amerîka naxwaze li dijî Rûsyayê têkeve nava ser

PeyamaKurd Berdevka Koşka Spî Jen Psaki diyar kir, Amerîka naxwaze li dijî Rûsyayê têkeve nava şer, loma ew ne ligel wê yekê ne ku devera dijîfirînê li ser Ukraynayê were sepandin.

Li gor Berdevka Koşka Spî Jen Psaki da zanîn: “Washington di wê baweriyê de ye ku sepandina devera dijîfirînê bi ser Ukraynayê de, Amerîkayê dixe wê rewşê ku her balafireke serbazî ya Rûsî li esmanê Ukraynayê bifire bixe xwarê, ev jî tê wateya ragihandina şer li dijî Rûsyayê.”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî îdareya Amerîkayê ragihandibû ku ew naxwazin devera dijîfirînê li Ukraynayê ragihînin, ji ber ku ew xwe ji şer û tevlîbûna rasterast a li şerê Ukraynayê diparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin