PeyamakKurd – Bi hinceta ku ala PKKê û propagandaya ji bo wê partiyê kiriye, doz li dijî siyasetmedara Kurd û Hevseroka Partiya Çep a li Encûmena Eyaleta Hamburg a Almanyayê Cansu Ozdemîr hat vekirin.
Ji ber ku Cansu Ozdemir li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyekî xwe yê bi ala PKKê belav kiribû, doz lê hat vekirin.
Hevseroka Fraksiyona Partiya Çep Cansu Ozdemîr, Mijdara 2017an li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyekî xwe yê bi ala PKKê û bi nivîsa, ‘Bila qedexeya li ser PKKê bê rakirin’ belav kiribû.
Cansu Ozdemîr ku ji ber wê parvekirina xwe, bi hezar û 500 euroyan hatibû cezakirin, li dijî wê biryarê serî li dadgeha bilind dabû. Li gor vê yekê rûniştina yekem a doza Ozdemîr, dê dawiya meha Cotmehê li Dadgeha Îdarî ya Hamburg-Altona pêk were.
Ozdemîr aşkere kiribû ku ew PKKê weke rêxistineke terorî nabîne û tekez kiribû, “PKK ne rêxistineke terorî ye, ji ber hindê ez li pişt gotinên xwe me!”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin