PeyamaKurd – Li bajarê Kastamonu ya Tirkiyê li navça Taşköprüyê li gundê Kuyluşê kesê bi navê H.Ç. bi kurê xwe yê bi navê Önder Ç. (42) re munaqeşe kir û bi demança xwe ya li malê kurê xwe kuşt.
Tîmên tenduristiyê Önder Ç. birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Tîmên cendirmeyan H.Ç. girtin û birin baregeha cendirmeyan. Sedema munaqeşeyê nehat zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin