PeyamaKurd – Li Fransayê, bo rewşa dawî ya Derya Spî û kirinên Tirkiyê, welatên Yekîtiya Ewropayê yên li qerexa Deryaya Spî di bin navê civîna ‘EuroMed 7’ îro dicivin.
Di civînê de, tevî Fransayê, welatên Îtalya, Malta, Portekîz, Îspanya, Yûnanîstan û Qibris jî wê beşdarî lûtkeyê bibin.
EuroMed 7 lûtkeya xwe ya ewil di sala 2016an de pêk anî bû. Tirkiye jî di wê civînê de hebû. Lê belê vê carê mijara sereke ya vê civînê Tirkiye ye.
Rayedarekî ji Serokomariya Fransayê ji ajansa AFPê re ragihand, ku armanca vê civînê ew e ku "beriya lûtkeya 24-25ê Îlonê ya Yekîtiya Ewropayê, yekdengiya Yekîtiya Ewropayê li ser peywediyên li gel Tirkiyê were pêkanîn".
Herwiha tê pêşbînîkirin ku beriya lûtkeyê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, û Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Miçotakis, hevdîtinekê pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin