Biden: Em dikarin ji Îsraîlê re şandina çekan bi temamî rawestînin

Biden: Em dikarin ji Îsraîlê re şandina çekan bi temamî rawestînin

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Joe Biden hişyarî da Îsraîlê û got: “Eger li dijî Refahê operasyoneke bejayî ya mezin destpê bike, wê şandina top û çekên din ên ji bo Îsraîlê bê rawestandin.”

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden ji kanala CNNê re axivî û hişyarî da Îsraîlê: "Eger bikevin Refahê, em ê çekên ku me berê dida wan nedin nedin."

Serokê DYAyê li gel vê hişyariyê jî destnîşan kir ku wê DYA ji bo ewlehiya wê, piştgirîdayîna Îsraîlê bidomînin.

Biden di domîna axaftina xwe de anî ziman ku ew, tiştên niha li Refahê diqewimin wek operasyoneke bejahî nabînin û dom kir: “Îsraîl neketiye herêmên qelebalix. Tiştên ku niha li herêmê dikin sînordar in.”

Biden got, "Min bi zelalî ji Serokwezîrê Îsraîlê û kabîneya şer re got. Eger bikevin herêmên qelebalix, wê piştgiriya me negirin. Em ê çek û topan nedin wan.”

Biden li ser pirsa “Gelo Îsraîlê xêza sor derbaz kiriye?” bersiva “Hîna na” da û angaşt ku çekên DYAyê ji aliyê Îsraîlê ve di kuştina sivîlan de nehatine bikaranîn.

Serokê DYAyê herwiha cara yekem e got ku ew dikarin şandina çekên DYAyê ji bo Îsraîlê bi temamî rawestînin.

Gotinên Biden hişyariya wî ya herî tund a li hember Îsraîlê ya heta niha bû.