Biden: Wê baceke bêmînak li Pûtîn bê ferzkirin û hawirdeya zêr bê qedexekirin

Biden: Wê baceke bêmînak li Pûtîn bê ferzkirin û hawirdeya zêr bê qedexekirin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ku ji bo beşdarî korbenda G7an li Eyaleta Bavyera ya Almanyayê bibe, ragihand ku wê Pûtîn baceke bêmînak a şerê ku li dijî Ukraynayê daye destpêkirin bide.

Joe Biden piştî ku gihîşt Almanyayê di parvekirineke ser medya civakî de, eşkere kir ku wê di lutkeya G7an de biryara qedexekirina hawirdeya zêran ji bo Rûsyayê were standin û diyar kir, ji bo astengkirina fînansmana şer a Rûsyayê, wan bacên giran û bêmînak danîne ber Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn.

Welatên G7an ên Yekîtiya Ewropayê, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîka îro 26ê Hezîranê li herêma Bavariya ya Almanyayê dicivin ku mijarên sereke rewşa Ukrayna, dorpêçên ser Rûsyayê û krîza xurekê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin